Ji parêzerên Baroya Wanê Cemal Demîr têkildarî mijara ewlekariyê ya hilbijartinên 14'ê Gulanê ji ANF'ê re axivî.
Demîr diyar kir ku di mijara ewlekariya hilbijartinê de civak gelekî hesas û bi fikar e û got, "Weke ku tê zanîn Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) ji bo welatên endam, li ser pêşniyarên hilbijartinê raporan amade dike. Di sala 2018'an de pêşniyarên xwe parve kir. Ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê jî derbas dibin. Pîvanên ku di hilbijartinan de divê li gorî wê nêzîkatî bêne nîşandan, mewzûata hilbijartinê bêbandor kirin. Mewzûata hilbijartinê mixabin rê nade çavdêriya welatiyan û hiqûqa navneteweyî. Di hemû hilbijartinan de ev yek tê kirin."
'FIKARÊN ME HENE, LÊ BELÊ EM Ê GELEKÎ HEWL BIDIN'
Demîr bi bîr xist ku li Tirkiyeyê 20 salên dawî li ser ewlekariya hilbijartinê nîqaş têne kirin û got, "Di nava civaka sivîl, medya, derdorên siyasî de li ser ewlekariya hilbijartinên 14'ê Gulanê fikar hene. Hikumet bi daxuyaniyên xwe ewlekariya hilbijartinê dixe nava metirsiyê. Fermanên Wezareta Karên Hundir ên ji bo polîs û leşkeran ên têkildarî hilbijartinê ne yên qebûlkirinê ne. Desteya hilbijartinê û serokê sindoqê ji ewlekariya sindoqê berpirsyar in. Eger kêmasiyeke ewlekariyê çêbibe, hingî serokê desteya sindoqê dikare agahiyê bide jenderme û polîsan. Daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir bû cihê fikaran. Ji bo roja hilbijartinê mirov bi rengekî rehet û wekhev dengê xwe karibin bi kar bînin, em hiqûqnas em ê bibin çavdêr. Li hemberî rewşeke gengaz a li dijî ûsûl û mewzûtê em ê destwerdana hiqûqî bikin. Ji bo hilbijartin bi rengekî wekhev derbas bibe, bi rengekî azad pêk were, çi ji destê me bê em ê bikin."